• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li dijî DAIŞê operasyon: 431 girtî

Li dijî DAIŞê operasyon: 431 girtî
Hat ragihandin li Erebistana Siûdiyê di encama operasyoneke de 431 DAIŞî hatin binçavkirin.


Li gorî daxuyaniya Wezareta Navxweyî ya Erebistana Siûdiyê hêzên ewlehiya wan 431 DAIŞê girtine û piraniya wan jî, ji xelkên siûdî, Yemen, Misir, Urdûnê ne.

Hat gotin kesên hatîn girtin DAIŞiyên ku li Erebistana Siûdiyê êrişê mizgeft û wesayîtên leşkerî kirî ne.

29ê Gulanê li bajarê Demmamê yê Erebistana Siûdiyê êrişek li mizgeftekê hatibû kirin û di encama êrişê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

22yê Gulanê jî êrişek li mizgefta bi navê Îmam Elî bin Ebû Talib a li bajarokê Kadihê hatibû kirin û di encama wê de 21 miribûn û 102 kes birîndar bibûn.

Rêxistina DAIŞê herdu êriş jî li xwe girtibû.

Rudaw
Top