Çîroka hevgihêştina şervanê Emerîkî û keça Kurd
Li gorî nûçeyeka rojnameya Daylî Mail, çîroka xweşewîsîtî ya di navbera ew şervanê Emerîkî yê YPG`lî (Jorden Matson) ku li dijî rêxistina terorîstî ya DAIŞ li Kobanê şer dikir û keça Kurd Roza Yildirim (Lane) ku li Stenbolê jiyana xwe derbas dike gihêştiye hevsergîriyê û zewacê.
Navê Jorden Matson ê Emerîkî cara yekem di şerê li dijî terorîstên DAIŞ`ê di nava rêzên YPG de li bajarê Kobanê ber guhê cîhanê ket.
Matson ku li bajarê Stortfant li wîlayeta Wîskonsnî ya Emerîkayê jiyana xwe dom dikir yek ji ew serbazên pêşîn ê hêza piyade ya welatê xwe û yekem Emerîkî bû ku li dijî DAIŞ bi rêya Tirkiyê pêwendî bi rêzên YPG`ê li Kobanê kir.
Ew şervanê Emerîkî di hevpeyvînekê de dibêje: Li vir bi navê Serdar bang li min dikin. Ji Stenbolê ez hatim rojava. Astengiya ku hate pêşiya min fêrbûna ziman bû, hindek şervanên YPG Ingilîzî dizanîn, lê belê niha ez mijûlê ferbûna zimanê Kurdî me.
Matson dibêje: Ev navçe rûbirûyê komkujiyane , ji ber vê jî ez naxwazin ji vir herim û naxwazim biçim cihekî dinê heya ku DAIŞ bi temamî tê şikandinê, lê belê i gel wê yekê de jî min biryar da ku digel Roza Yildirim bizewicim.
Roja çarşema borî ahenga hevsergîrî ya Roza Yildirim bi cilên Kurdî li gel Matsonê şervan li Siwêdê bi cilên pêşmerge û şervanan hate lidar xistin û çîrokekî dinê ya xweşewîstî li Kurdistanê di navbera du dilxwazan gihêşte encamê.
Xendan
