• Wednesday, 18 February 2026
logo

Şervanê YPGê yê aktorê Hollywoodê: Balafirên hevpeymaniyê li DAIŞê nade

Şervanê YPGê yê aktorê Hollywoodê: Balafirên hevpeymaniyê li DAIŞê nade
Aktorê brîtanî yê Hollywoodê Michael Enright ku li di çeperên şerê li dijî DAIŞê de beşdar e, dibêje ku balafirên hevpeymaniya navdewletî cihên DAIŞê bombebaran nakin û tenê balafrên artêşa suriyê wan bombe baran dikin.

Aktorê navdar yê Hollywoodê Michael Enright ku niha liajarê Hesekê şerê çekdarên DAIŞê dike,ragihand piraniya kontrola navçeyên bajêr di destê YPGê de ye û rêxistin li hin navçeyên biçûk hatiye dorpêç kirin.

Li gorî zaniyariyên Enrght dide, rejîma Suriyê DAIŞê bombebaran deke û bi awayekî ne rasterast dide xuyakirin ku hemahengî dinavbera wan û balafrên Hikûmeta Suriyê de heye.

Enrght wiha dibêje: “Niha em bergiriyê li Hesekê dikin, berê ev der di destê rêjîmê de bû, lê ji vir derketin û niha me kontrol kiriy. Ev navçe bi temamî di destê YPGê de ye. Tenê hin navçeyên biçûk di destê DAIŞê ku niha hatin dorpêçkirin de ne.Em rê didin rêjîmê da ku wan bombenbaran bikin ûi temamî morala wan têk biçe. Piştre em diçin wan navçeyan kontrol dikin.”

Rudaw
Top