Pêşmerge êriş kir.., cejn ji DAIŞê re bû felaket
Berpirsê Ragihandina Hêza Pêşmegeyên Zêrevanî Dilşad Mewlûd ji Rûdawê re ragihand: "Hêzên pêşmerge û balafirên şer ên hevpeymanan îro bi dijwarî 2 navendên leşkerî yên çekdarên DAIŞê li her du gundê Aşiq û Teştê li hember dûrêya Keskê li mêhwera rojavayê Dîcleyê bombebaran kirin."
Dilşad Mewlûd ragihand: "Ji be rku çekdarên DAIŞê çekên navendî û giran li wan binkeyên xwe bi cih kiribûn, hêzên pêşmerge û balafirên şer ûn hevpeymanan êrişên xwe bo ser wan binkeyên DAIŞê dest pê kirin."
Mewlûd da zanîn: "Di encama êrîşa hevbeş a hêzên pêşmerge û balafirên hvepeymanan de 4 çekdarên DAIŞê hatin kuştin, çend curên çekên navendî û giran hatin têkbirin û her du navendên leşkerî yên çekdarên DAIŞê jî bi temmaî hatin wêrankirin."
Wî bepirsê Hêza Pêşmerge herwiha ragihand, hêzên pêşmerge derbarê liv û tevgerên çekdarên DAIŞê li navçeyê de agahî bi dest xistibûn û piştî ku ew agahî dan hêzên hevpeymanan, balafirên hevpeymanan jî dest bi êrişên xwe kirin.
Dilşad Mewlûd tekez jî kir, ku di destpêkê de hêzên pêşmerge dest bi êrişê kirin û bi dijwarî çeper û navendên çekdarên DAIŞê topbaran kirin û piştre balafiran êrîş kirin.
Rudaw
