YPG’ê Pira Spî kontrol kir
Şervanên YPG’ê Pira Spî ya stratejî li ser rêya Hesekê-Reqayê kontrol kirin. YPG’ê bi vî awayî tevahî rêyên reva çekdarên DAIŞ’ê ya li Hesêkê jî girt.
Li gor agahiyan şervanên YPG’ê Pira Spî ya li ser rêya Hesekê-Reqayê kontrol kiirn. Ev pir xwedî girîngiyeke stratejîk e. Ev pir li ser rêya gundê Ebyadê ye ku ev gund ji aliyê DAIŞ’ê ve weke baregehê dihat bikaranîn.
Bi vî awayî şervanên YPG’ê tevahî rêyên revê yên çekdarên DAIŞ’ê girtin.
Ji aliyê din ve iervanên YPG’ê li rojhilatê Hesekê gundê Felaha ji destê DAIŞ’ê derxistin. Di çarçoveya operasyonê de îro danê nîvro gundê Felaha yê li rojhilatê Hesekê bi temamî ji kete kontrola YPG’ê.
Li herêmê şer berdewam e.
basnews
