Erdogan di peyama cejnê de HDP û PKK rexne kir
Serokomarê tirkiyê Erdogan di peyama cejnê de diyar kir ku wan divê cejnê weke cejn pîroz bikin lê PKK hanêle û her wiha got ku ew mûtabakata Dolmabahçeyê ya ligel HDP’ê jî qebûl nake.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan li mizgefta Mîmar Sînan a Stembolê piştî nimêja cejnê daxuyanî dane çapemeniyê. Erdogan behsa PKK’ê kir û got ku hind kes qesta yekitiya welat dikin.
Erdogan balkêşa ser çalakiyên dema dawî yên gerîlayên PKK’ê yên li dijî bendav û qereqolan û her wiha bo HDP’ê jî got ku nabe ligel kesên pişta xwe didin PKK’ê, mûtabakat çêbibe.
Erdogan wiha got: ”Ji aliyekê ve pişta xwe didin çekan, ji aliyê din jî dibêjin wê Îmralî vê yekê çareser bike. Jiber çi parlamenterên xwe dişînî Îmralî? Ez rojên 6-7-8 cotmehê jibîr nakim. Yên kuştin Kurd bûn, yên mirin jî Kurd bûn.”
Erdogan herwiha sedema li hindek gundên Kurdistanê deng nedane AKP’ê jî bi gefan ve girêda û îdîa kir ku li van gundan gef li xelkê xarine.
Basnews
