• Wednesday, 18 February 2026
logo

Erdogan di peyama cejnê de HDP û PKK rexne kir

Erdogan di peyama cejnê de HDP û PKK rexne kir
Serokomarê tirkiyê Erdogan di peyama cejnê de diyar kir ku wan divê cejnê weke cejn pîroz bikin lê PKK hanêle û her wiha got ku ew mûtabakata Dolmabahçeyê ya ligel HDP'ê jî qebûl nake.

Serokomarê tirkiyê Erdogan di peyama cejnê de diyar kir ku wan divê cejnê weke cejn pîroz bikin lê PKK hanêle û her wiha got ku ew mûtabakata Dolmabahçeyê ya ligel HDP’ê jî qebûl nake.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan li mizgefta Mîmar Sînan a Stembolê piştî nimêja cejnê daxuyanî dane çapemeniyê. Erdogan behsa PKK’ê kir û got ku hind kes qesta yekitiya welat dikin.

Erdogan balkêşa ser çalakiyên dema dawî yên gerîlayên PKK’ê yên li dijî bendav û qereqolan û her wiha bo HDP’ê jî got ku nabe ligel kesên pişta xwe didin PKK’ê, mûtabakat çêbibe.

Erdogan wiha got: ”Ji aliyekê ve pişta xwe didin çekan, ji aliyê din jî dibêjin wê Îmralî vê yekê çareser bike. Jiber çi parlamenterên xwe dişînî Îmralî? Ez rojên 6-7-8 cotmehê jibîr nakim. Yên kuştin Kurd bûn, yên mirin jî Kurd bûn.”

Erdogan herwiha sedema li hindek gundên Kurdistanê deng nedane AKP’ê jî bi gefan ve girêda û îdîa kir ku li van gundan gef li xelkê xarine.

Basnews
Top