Karayilan: Dewleta Tirk naxwaze Kobanê û Efrîn bigehin hev
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan got ku, dewleta Tirk bi awayekî fermî ji rêveberiya kantonên Rojava xwestiye ku zêdetir pêş ve neçin û diyar kir ku dewlet nawzaze herêma Cerablûsê bê rizgarkirin û kantonên Kobanê û Efrînê bigehin hev.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan beşdarî bernameyek a Stêrk TV bû û diyar kir ku artêşa Tirk ketiye rewşa şer û dixwaze gerîla jî rakêşe nava şer. Karayilan û got; “Artêş agirbestê binpê dike. Bi agir dilîzin. Li gelek cihan êrîşên hewayî kirin. Êrîş gel kirin. Herî dawî li Roboskî êrîşî wekîlê gel kirin û bê rêî kirin. Konsepta ku dewleta Tirk niha xistiye dewrê konsepteke şer e. Bila ev bê zanîn ku hêzên gerîla wê li dijî van êrîşan bê guman bêdeng nemîne.”
Karayilan rewşa Rojava jî nirxand û daxuyand ku serketina li Girê Spî dewleta Tirk gelekî tirsandiye û got ku li gor agahiyên wan, dewleta Tirkiyê bi awayekî fermî ji rêveberiya Rojava re gotiye ‘zêde pêş ve neçin’.
Karayilan got: ”Yanî naxwazin herêma Cerablûsê bê rizgarkirin û kantonên Kobanê û Efrînê bigehin hev. Bi salane cîranê DAIŞ’ê ne, lê jê ne aciz in. Lê belê ji Kurdan aciz in.”
Derbarê leşkerkêşiya artêşa Tirkiyê ya li ser sînorê Cerablûsê jî Karayilan diyar kir ku ev tenê gefe. Karayilan got, “Tirkiye gefên pûç dixwe. Tevahiya cîhan dizane ku heta DAIŞ cîranê Tirkiyeyê be, wê nikaribe qels bibe.”
Basnews
