MISIR - Şerê navxweyî dest pê kir; 6 leşker mirin
Wezareta Navxwe ya Misirê di daxuyaniyekê de ragihand, îro di navbera hêzên ewlehiyê yên Misirê û alîgirên rêxistina îslamî ya Îxwan Muslimîn de şereke giran derketiye.
Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Misirê, alîgirên Îxwan Muslimîn li bajarê Giza ya wî welatî êrîşî hêzên ewlehiyê kirin û bi dijwarî teqe li hêzên hikûmeta kirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, di encama vê êrîşê de 6 leşkerên Misirî hatin kuştin.
Rudaw
