• Wednesday, 18 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Cejna Remezanê pîroz kir

Mesrûr Barzanî: Cejna Remezanê pîroz kir

Mesrûr Barzanî bi minasebeta hatina cejna Remezanê peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku ew jî tekesta vê ye;
Bi navê xwedê mezin û mihiriban

Bi minasebeta hatina cejna Remezana pîroz, pîrozbayiyên xwe pêşkêşî malbetên serbilind yên şehîdan, pêşmergeyên qehreman, karmendên civata ewlekariya Kurdistanê, polîs û tevahiya misilmanên Kurdistan û cîhanê dikim.
Daxwaz ji xwedê mezin dikim îbadetên meha Remezana pîroz ya tevahiya misilmanan qebûl bike û canê tevahiya wan qehremanên ku li hember terorîstên DIŞIê di sengerên berxwedanê dene biparêze û şehîdên me jî bi ceneta xwe şad bike û şefa bide birîndaran jî.
Hêvî dikim ev cejna han bibe hevîna bihêztir kirina çanda bihevre jiyana aştiyane di navbera gelan û bihevre lihev kirin bo zêdetir xizmet kirina welatiyan û bidest xistina destkeftên zêdetir û gelê me û bihêztir kirina rihê biratî û hevkarî di navbera tevahiya part û aliyên Kurdistanî de û herwiha bibe sedema dawî anîna tundûtîjî, şer û nexweşiyan li deverê de
.
Şêwermendê civata ewlekariya Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
Top