• Wednesday, 18 February 2026
logo

Neteweyên Yekgirtî piştgiriya danûstiandinên Hewlêr û Bexdayê dike

Neteweyên Yekgirtî piştgiriya danûstiandinên Hewlêr û Bexdayê dike
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, Duh roja 16.07.2015ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî Yan Kobîs nûnerê taybetiyê sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî (NY) û şandeya pê re kir.

Di civînekê de ku, Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê amade bû, Kobîs dilrehetiya xwe li hember wê hevkarî û hevahengiya di navbera saziyên hikûmeta herêma Kurdistanê û rêxistin û ajansên ser bi Neteweyên Yekgirtî ve heye diyar kir û ji bona wê hevkarî û hevahengiyê û ji bona wan alîkariyên pêşkeşî koçber û penaberan dike, sipasiya hikûmeta herêma Kurdistanê kir.

Nûnerê taybetiyê sekreterê giştiyê NY tekîd li ser wê yekê kir ku, NY piştgiriya xebatên hikûmeta herêma Kurdistanê yên ji bona çareserkirina pirsên navxweyî û pirsgirêkên digel Bexdayê bi rêya diyalogê, dike û tekîd li ser wê yekê kir ku divê hemû alî û bi taybetî Bexda bi rêkeftin digel Hewlêrê pabend be.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê ji şandeya mêvan re behsa dawî pêşhatên pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û got ku ew pirsgirêk du sale berdewamin û nehatine çareser kirin:

- Hikûmeta herêma Kurdistanê neçar bû ji bona çareserkirina arîşeyên xwe, bi taybetî çareserkirina kirîza êkonomî, hin gavan pavêje. Lê di heman demê de hikûmeta herêma Kurdistanê piştgiriyê li diyalog û danûstandinên bi Bexdayê re dike, bi awayekî em bigihin çareseriyeke minasib di berjewendiya hemû aliyan de be û di vî warî de em sipasiya rola NY dikin.

Top