• Wednesday, 18 February 2026
logo

Wezîrê Bergirî yê Iraqê çû çeperên pêşî yên şer

Wezîrê Bergirî yê Iraqê çû çeperên pêşî yên şer
Wezîrê Bergirî yê Iraqê îro serdana hêzên Iraqê û milîsên Heşda Şeibî yên di çeperên pêş ên şerê li dijî çekdarên DAIŞê li parêzgeha Enbarê de kir.

Wezareta Bergirî ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, îro Wezîrê Bergirî yê Iraqê Xalid El Obeydî serdana çeperên şerê li dijî DAIŞê li parêzgeha Enbarê kir.

Li gor wê daxuyaniyê, Xalid El Obeydî bo agahdarbûn ji çawaniya birêveçûna operasyona kontrolkirina parêzgeha Enbarê serdana çeperên şer kiriye.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Hêzên artêşê, çekdarên Heşda Şeibî û çekdarên eşîran di dema diyarkirî de û li gor plana amadekirî armancên operasyonê pêk anîne û hêzên ewlehiyê li gor planên leşkerî yên Wezareta Bergirî ya Iraqê di pêşveçûnê de ne û serkevtinek berçav jî bi dest xistine.”

Hikûmeta Iraqê duşemiya borî ragihand, piştî amadekariyên pêwîst û li gor planên Wezareta Bergirî ya Iraqê operasyona kontrolkirina parêzgeha Enbarê dest pê kir.

Li gor daxuyaniya Hikûmeta Iraqê, di operasyona kontrolkirina Enbarê de 10 hezar çekdarên artşa Iraqê, milîsên Heşda Şeibî û herwiha çekdarên eşîran beşdar in.

Piraniya navçeyên parêzgeha Enbarê niha di bin kontrola çekdarên DAIŞê de ne û hêzên ewlehiyên Iraqê hewl didin wan navçeyan ji dest DAIŞê derxînin.

Rudaw
Top