Hikûmeta herêma Kurdistanê hatina cejna Remezanê pîroz dike
Ev li jêr teksta peyama civata wezîrên herêma Kurdistanê:
Di demekê de ku em bi xêra xûna şehîdên me yên nemir û zend û baskên pêşmergeyên me yên mêrxas, bi azadî û serbilindî ve pêşwaziyê li cejna Remezana pîroz dikin, germtirîn pîrozbahiyan li malbatên serbilindên şehîdan û pêşmergeyê qareman dikin, herwesa em pîrozbahiyê li tev misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê dikin.
Em hêvîdar in hatina vê cejnê, bibe hêvênê aşitî, aramî û zêdetir biratiyê li Kurdistanê û serkeftina îradeya xêr û xizmetkirina tev kurdistaniyan û welatê me yê ezîz. Cejnên bihên jî, cejnên serkeftina biyekcarî bi ser bereyê teror û tariyê de be û vegeriyana koçber û penaberan be bo ser mal û milkên xwe û aşitî û aramî perên xwe bi ser Kurdistan, dever û cîhanê de bikêşe.
Cejna we pîroz be û Kurdistan jî hertim şikodar, avadan û pêşkeftî be
Civata wezîrên herêma Kurdistanê
16.07.2015
