• Wednesday, 18 February 2026
logo

Hikûmeta herêma Kurdistanê hatina cejna Remezanê pîroz dike

Hikûmeta herêma Kurdistanê hatina cejna Remezanê pîroz dike
Bi minasibeta hatin cejna remezana pîroz, civata wezîrên herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li malbatên şehîdan û pêşmergeyê Kurdistanê dike û dibêje ku, bixêra xûna şehîdan û mêrxasiya pêşmergeyê Kurdistanê gelê kurd bi azadî pêşwaziyê li cejnê dike.
Ev li jêr teksta peyama civata wezîrên herêma Kurdistanê:

Di demekê de ku em bi xêra xûna şehîdên me yên nemir û zend û baskên pêşmergeyên me yên mêrxas, bi azadî û serbilindî ve pêşwaziyê li cejna Remezana pîroz dikin, germtirîn pîrozbahiyan li malbatên serbilindên şehîdan û pêşmergeyê qareman dikin, herwesa em pîrozbahiyê li tev misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê dikin.

Em hêvîdar in hatina vê cejnê, bibe hêvênê aşitî, aramî û zêdetir biratiyê li Kurdistanê û serkeftina îradeya xêr û xizmetkirina tev kurdistaniyan û welatê me yê ezîz. Cejnên bihên jî, cejnên serkeftina biyekcarî bi ser bereyê teror û tariyê de be û vegeriyana koçber û penaberan be bo ser mal û milkên xwe û aşitî û aramî perên xwe bi ser Kurdistan, dever û cîhanê de bikêşe.

Cejna we pîroz be û Kurdistan jî hertim şikodar, avadan û pêşkeftî be

Civata wezîrên herêma Kurdistanê
16.07.2015

Top