Ebadî derbarê rêkeftina bi Hewlêrê re biryar da
Hikûmeta Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî duh bi Komîteya Çareserkirina Krîzan re civiya. Li gor daxuyaniyê, Heyder Ebadî di civîna ligel wê komîteya hikûmî de rewşa darayî û aborî ya Iraqê nirxand û behsa rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê ya di warê petrolê de kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, di vê civînê de behsa rêjeya petrola Herêma Kurdistanê ku bi rêya Şîrketa SOMO ya Iraqê tê firotin û herwiha behsa bûdceya Herêma Kurdistanê hat kirin.
Li gor daxuyaniya hikûmeta Iraqê, Ebadî di civînî de ferman daye ku pêwîst e dezgehên hikûmeta Iraqê li gor yasaya bûdceya sala 2015an bi temamî pêbendî bendên rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê bin û rêkeftinê binpê nekin
Daxuayniya hikûmeta Iraqê herwiha tekez dike, di çend rojên bê de Wezîrê Petrola Iraqê Adil Ebdulmehdî dê lidûvçûnê bo wê dosyayê bike.
Di meha dawî ya sala borî de Hewlêr û Bexdayê derbarê petrola Kurdistanê de rêkeftinek bi hev re îmza kirin ku li gor wê rêkeftinê Herêma Kurdistanê gerek rojane 550 hezar bermîlên petrolê radestî hikûmeta Iraqê bike û li hember de jî Iraq %17ê bûdceya Kurdistanê dabîn bike û mehane 1 trilyon û 200 milyar dînar wek bûdce ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bişîne.
Herwiha zêdebarî wê yekê mehane beşek pere wek bûdce ji Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê re jî bişîne.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Iraqê bi binpêkirina rêkeftina navbera her du aliyan dike. Hewlêrê ragihandiye, ji ber ku Bexdayê di çend mehên borî de rêkeftina navbera wan binpê kiriye, bi neçarî biryar daye ku petrola xwe bi awayeke serbixwe bifiroşe û bûdceya xwe dabîn bike.
R
