• Wednesday, 18 February 2026
logo

PYD: Tirkiye hêzeke Tirkmen li dijî YPGê ava dike

PYD: Tirkiye hêzeke Tirkmen li dijî YPGê ava dike
Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) eşkere kir ku Tirkiye dixwaze li Sûriyê “Artêşa Tirkmenan” ava bike û li dijî YPGê bide şerkirin.

PYDê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihandiye, piştî ku bajarê Girê Spî ji aliyê YPGê ve hati kontrolkirin dewleta Tirk û Hevpeymaniya Niştimanî ya Dijbereya Sûriyê (Îtilaf) pir hêrs bûn û ji bo tinekirina destkeftiyên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê ketin nav liv û tevgeran.

Di daxuyaniya PYDê de hatiye gotin ku dema Tirkiyê dît nikare derbasî nav xaka Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bibe rêyek din hilbijart, ew jî avakirina hêzeke tirkmenan li nav Sûriyê bû.

Li gorî PYDê, rayedarekî tirkmenên Sûriyê bi navê Ebdurehman Mistefa roja 7ê vê mehê li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê di civînekê de gotibû, emê hêzeke tirkmen ava bikin û li dijî PYDê şer bikin.

Di daxuyaniyê de her wiha hatiye ziman ku hêcetên Tirkiye û Îtilafa Sûriyê ji bo avakirina wê hêza tirkmen, ew e ku qaşo “YPG tirkmenan qirr dike” ji ber wê jî dixwazin bi avakirina wê hêzê, tirkmenan biparêzin.

PYDê rexne li Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) jî kiriye û gotiye, dema Tirkiye û Îtilafê tohmetên qirrkirinê davêtin ser YPGê, ENKS bêdeng mabû.

Rudaw
Top