Rojnameyên Tirkiyê- Demîrtaş ji Davûtoglu re gotiye: PKK guh nade me!
Rojnameya Starê, ku nêzîkî hikûmetê ye, behsa naveroka hevdîtina duh a Serokwezîr Ahmet Davûtoglu bi HDPê re kiriye û gotiye, di wê hevdîtinê de herî zêde behsa pêvajoya çareseriyê hatiye kirin.
Li gorî rojnameyê, dema behsa çekdanîna PKKê hatiye kirin Demîrtaş gotiye, PKK guh nade me. Davûtoglu jî ji Demîrtaş re gotiye, eger ti bandoreke te nîne tu li ser maseyê çi dikî?!
Manşêtên îro yên beşek ji rojnameyên Tirkiyê wiha ne:
TURKIYE
-Rojev bêçekkirin bû. Di hevdîtinên HDP û AKP de teror li ser maseyê bû. Davûtoglu xwest ku bi deklerasyoneke hevpar banga çekdanînê bê kirin.
- HDP teklîfnameyekê radestî meclîsê kir ji bo ku benda ji%10 bi tevahî rabe.
GUNDEM
- Bê çareserî hikûmet pêk nayê. Mijara sereke ya hevdîtina AKP û HDP proseya çareserîyê bû.
VATAN
- Reşkirin: Tirkiye ji bo sîstema berevaniya hewayî ya Sûrî têk bibe, sîstema teknîka reşkirinê ya leşkerî li ser sînor bi cî kir. Bi van alavan dê dîtina radarên Şamê bê reşkirin ku ciyê operasyon lê pêk tên ji wî alîyî de neyên dîtin.
CUMHURIYET
- Belê em li kuderê mabûn? Di hevdîtinê de ji koalîsyonê zêdtir li ser dahatûya pêvajoyê axivîn, ji ciyê ku li Dolmabaxçe lê mabûn.
TARAF
- Nirxa petrolê kare dakeve ser 12 dolarî. Îran dest bi firotina neftê bike, rojê bi 500 hezar varîlan dê bandora xwe li ser nirxên cîhanî bike.
MILLIYET
-Demîrtaş: eger hun nikaribin koalîsyonê pêk bînin, berî biryara dubarekirina hilbijartinan,em dikarin dîsa li hev rûnin.
- Berê hemû aliyan li Îranê ye. Piştî lihevkirina etomî, Brîtanya dê sefaretên xwe ji nû ve veke.
YENI ŞAFAK
- Nexşeya hêzdariyê diguhere.Lihevkirina li ser projeya etomî li gel Îranê, rûpeleke nû vekir li Rojhilata Navîn. Li Tehranê kêfxweşî, li welatên ereban metirsî.
SABAH
- Dadger Mehmet Erdogan gilînameyek da dozger li ser polîsan ku ew xapandine ji bo biryara guhdarîkirina li siyasiyan bidin.
STAR
- Davûtoglu ji Demîrtaş pirsî: Jixwe ti bandora te tune ye tu ji bo çi li ser masê yî?! Demîrtaş gotibû, PKK guh nade me.
- Hiqûqnas; biryara Dadgeha Destûrî ya li ser dersxaneyan nikare pêk bê heta rêkûpêkiyeke nû ya yasayî çênebe. Ango dersxane nikarin ji nû ve vebin.
Rudaw
