Fermandeyekî YPGê: Hêzek bi navê pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê tine!
Yek ji fermandeyên YPGê bi navê Hisên Çawîş, îdia kiriye ku tiştek bi navê navê pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê nîne û gotiye, hinek kes xwe li pişt tiştên derew vedişêrin ji bo wergirtina dolaran û xapandina xelkê.
Bi gotina Çawîş, hinek kes ji Rojavayê Kurdistanê reviyane û navê xwe kirine pêşmergeyên Rojava û pereyan werdigrin, lê ji ber ku îradeya wan tine ye nikarin Rojava biparêzin.
Wî fermandeyê YPGê her wiha gotiye, Hevpeymaniya Dijbereya Sûriyê rûyê siyasî yê DAIŞê ye û ew partiyên Rojavayê Kurdisatnê yên ku dibêjin “em Pêşmerge ne” beşek in ji Hevpeymaniyê û Hevpeymanî jî heman DAIŞ e!
Hisên Çawîş li ser derbasbûna pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê jî şîret li wan partiyan kiriye û gotiye, divê beriya her tiştekî ew hêz ji Hevpeymaniyê veqetin û tevlî YPGê bibin, çimkî heta ew wiha nekin, dê her DAIŞ bimînin û em jî qebûl nakin ku DAIŞ li welatê me bimîne!
Tê zanîn, nêzîkî 5 hezar pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê hene û di şerê DAIŞê de alîkariya pêşmergeyên Başûr dikin.
Rudaw
