• Wednesday, 18 February 2026
logo

Fermandeyekî YPGê: Hêzek bi navê pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê tine!

Fermandeyekî YPGê: Hêzek bi navê pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê tine!
Fermandeyekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) îdia dike ku hêzek bi navê pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê tine, yên hene jî ji bo dolaran reviyane Başûr!

Yek ji fermandeyên YPGê bi navê Hisên Çawîş, îdia kiriye ku tiştek bi navê navê pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê nîne û gotiye, hinek kes xwe li pişt tiştên derew vedişêrin ji bo wergirtina dolaran û xapandina xelkê.

Bi gotina Çawîş, hinek kes ji Rojavayê Kurdistanê reviyane û navê xwe kirine pêşmergeyên Rojava û pereyan werdigrin, lê ji ber ku îradeya wan tine ye nikarin Rojava biparêzin.

Wî fermandeyê YPGê her wiha gotiye, Hevpeymaniya Dijbereya Sûriyê rûyê siyasî yê DAIŞê ye û ew partiyên Rojavayê Kurdisatnê yên ku dibêjin “em Pêşmerge ne” beşek in ji Hevpeymaniyê û Hevpeymanî jî heman DAIŞ e!

Hisên Çawîş li ser derbasbûna pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê jî şîret li wan partiyan kiriye û gotiye, divê beriya her tiştekî ew hêz ji Hevpeymaniyê veqetin û tevlî YPGê bibin, çimkî heta ew wiha nekin, dê her DAIŞ bimînin û em jî qebûl nakin ku DAIŞ li welatê me bimîne!

Tê zanîn, nêzîkî 5 hezar pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê hene û di şerê DAIŞê de alîkariya pêşmergeyên Başûr dikin.

Rudaw
Top