Wezîra Bergirî ya Îtalya gihîşt Hewlêrê
Wezîra Bergirî ya Îtalya Roberta Pinotti ku welatê wê yek ji endamên Hevpeymanîtiya li dijî DAIŞê ye, duh derengiya şev saet 23:00 di çarçoveya serdaneke fermî de gihîşt Hewlêrê û li balafirxaneya navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Wezîrê Pêşmerge Mistefa Seyid Qadire ve hat pêşwazîkirin
Rewşa Kurdistanê û navçeyê, şerê bi çekdarên DAIŞê re û herwiha alîakriyên leşkerî yên Îtalya bo Herêma Kurdistanê mijarên sereke yên acendaya serdana Wezîra Bergirî ya Îtalya bo Kurdistanê ne ku dê bi rayedarên pilebilind ên Başûrê Kurdistanê re gotûbêj bike.
Pinotti derbarê serdana xwe bo Başûrê Kurdistanê de ragihandibû, ew dê bi armanca bihêzkirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Îtalyayê û herwiha piştgîrîkirina Hêza Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de, bi berpirsên Kurdistanê re bicive û wan mijaran gotûbêj bike.
Roberta Pinotti di konfranseke rojnamevanî de li balafirxaneya navdewletiya Hewlêrê ragihand: “Em hatine serdana penaberan bikin. Em berdewam jî dibin li ser piştevanîkirina kurd di şerê li dijî çekdarên DAIŞê de.”
Li gor agahiyan Rûdawê, Roberta Pinotti her heman şevê ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya.
Herwiha dê sibê serdana bajarokê Pîrmamê bike û bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re jî bicive.
Profîla Wezîra Bergiriya Îtalya Roberta Pinotti:
Di sala 1961an de li bajarê Geneva li Îtalya ji dayik bûye.
Di sala 2001an de wek endamê parlamentoya Îtalya hatiye hilbijartin û di sala 2006an de bûye yekemîn jin li Îtalya ku kursiya Serokatiya Komisyona Bergirî ya Parlamnetoyê werbigre.
Berpirsa Dosyaya Bergirî û Asayişê bûye di Partiya Demokrat a Îtalyayê de û piştre jî bûye Seroka Komisyona Bergirî di Encûmena Senato ya wî welatî de.
Di sala 2008an de wek Wezîra Bergirî ya Îtalya hatiye destnîşankirin.
Di sala 2013an de wek Cîgira Wezîra Bergirî hatiye diyarkirin û paşê di sala 2014an de careke din wek Wezîra Bergirî ya Îtalya dest bi kar bûye.
Roja 15ê Temûzê bi serdanekê hate Iraqê û niha jî di çarçoveya serdaneke fermî de li Hewlêr a paytextê Herêma Kurditsanê ye.
Rudaw
