Lijneyên AK Partî û HDPyê hatin civiyan
HDP û AKP bo giftûgo kirin li ser pirsa pêkanîna hevpeymanî civiyan.
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmed Davûdoglûyê ku bi destê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo avakirina hikûmetê hat wezîfedarkirin, bi Hevserokên Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdagê re civiya.
Serokwezîr Davudoglû bi Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan, Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Mehdî Eker, Wezîrê Karên Navxweyî yê berê Efgan Ala, Parlementerê Adiyamanê Adnan Boynukara û Parlementera Erziromê Zehra Taşkesenlîogluyê ra hat Navenda Giştî ya HDPyê.
Davutoglu bi wesaîteke bi plaqeya sivîl hat navenda partiyê û Cîgirserokên Koma HDPyê Îdrîs Baluken û Pervîn Buldan û Parlementerê Enqereyê Sirri Sureya Onder pêşwaziya Davutoglu kirin.
Hevdîtin ji çapemeniyê ra girtî di saet 11.00an da dest pê kir.
Demirtaş, Yuksekdag, Baluken, Buldan, Onder û Endama MYKyê ya HDPyê Zeynep Karaman tevlî hevdîtinê bûn.
