Demîrtaş li ser Barzanî ji wê parlamentera HDPê hêrs bû!
Çend roj berê parlamentera HDPê ya Amedê Nûrsel Aydogan, di bernameyeke televîzyona Med Nûçe ya PKKê de li ser gef û tehdîdên Erdogan ên li ser avakirina dewleta kurdî li Rojavayê Kurdistanê axivîbû. Aydogan gotibû, eger Erdogan xurt e bila mudaxeleyî Başûrê Kurdistanê bike!
Wê parlamentera HDPê her wiha bi zimanekî tirrane behsa serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya bihara 2013ê ya Amedê kiribû.
Li gorî agahiyan , Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş di civînekê de, ji ber wan gotinan li Nûrsel Aydogan hêrs bibû û jê re gotibû, “Haya te ji devê te hebe ka tu çi dibêjî! Başûr jî welatê me ye Rojava jî!”
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gotibû, em bi ti awayî nahêlin li bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) dewleta kurdî were avakirin.
Rudaw
