• Wednesday, 18 February 2026
logo

Demîrtaş li ser Barzanî ji wê parlamentera HDPê hêrs bû!

Demîrtaş li ser Barzanî ji wê parlamentera HDPê hêrs bû!
Hat zanîn ku Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş bi tundî gotinên parlamentera HDPê Nûrsel Aydogan yên li ser Başûrê Kurdistanê û Barzanî rexne kiriye û jê re wiha gotiye: “Haya te ji devê te hebe!”.

Çend roj berê parlamentera HDPê ya Amedê Nûrsel Aydogan, di bernameyeke televîzyona Med Nûçe ya PKKê de li ser gef û tehdîdên Erdogan ên li ser avakirina dewleta kurdî li Rojavayê Kurdistanê axivîbû. Aydogan gotibû, eger Erdogan xurt e bila mudaxeleyî Başûrê Kurdistanê bike!

Wê parlamentera HDPê her wiha bi zimanekî tirrane behsa serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya bihara 2013ê ya Amedê kiribû.

Li gorî agahiyan , Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş di civînekê de, ji ber wan gotinan li Nûrsel Aydogan hêrs bibû û jê re gotibû, “Haya te ji devê te hebe ka tu çi dibêjî! Başûr jî welatê me ye Rojava jî!”

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gotibû, em bi ti awayî nahêlin li bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) dewleta kurdî were avakirin.

Rudaw
Top