Nêçîrvan Barzanî rêkeftina navbera welatên 5+1 û Îranê pîroz dike
Ev li jêr teksta peyama serokwezîr Nêçîrvan Barzanî:
Bi minasibeta lihevkirina welatên 5+1 û Komara Îslamiya Îranê, pîrozbahiyê li raber, serokomar û gelên Îranê dikîn. Em hêvîdar in ew rêkeftin destpêkek be ji bona bihêzkirina hevahengî û hevkariya navbera welat û gelên cîhanê de, ji bona aşitîya cîhanî û pêşkeftina mirovatiyê.
Vê rêkeftinê ew yek nîşan de ku, bihênfirehî di danûstandinan de baştirîn rêye ji bo dirustbûna rêkeftinê di navbera dewletên cîhanê de. Bi vê minasibetê em karê hemû şandeyên danûstandkar bilind dinixînin û ji bona diruskirina hevahengî û aşitiyê li cîhanê em hevkarî û piştgiriya Neteweyên Yekgirtî dikin.
Em dixwaz in bi vê minasibetê, tekîdê li ser têkeliyên dostaniyên digel Komara Îslamiya Îranê bikim û em dilrehetin ku ew rêkeftin dê bibe sedemê berfirehtirbûn û zêdetir pêşkeftina têkeliyên navbera herêma Kurdistan û Komara îslamiya Îranê di hemû waran de.
Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê herêma Kurdistanê
15.07.2015
