Parlamenterê HDPê "sivikatî" bi Barzanî kir
Parlamenterê HDPê yê Stenbolê Sezai Temelli, derbarê wêneya ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di serdana xwe ya berê bo Amedê de ligel stranbêjê navdarê kurd Şivan Perwer û Serokomarê niha yê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan kişandiye, gotinek Serokê Şoreşa Kobayê Fidel Castro nivîsand.
Sezai Temelli ew wêne li ser hesaba xwe ya Twitterê weşand û li bin wêneyê ev gotina Fidel Castro nivîsand:
“Renge dijmin pesnê te bide, sedî sed di te de bêxêretiyek heye.”
Ew nivîsa Sezai Temelli di medyayên civakî de nerazîbûnek mezin çê kir û gelek kesan li hember vê sivikatiya ku parlamenterê HDPê derheqê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de kiribû, nerazîbûna xwe anîn ziman.
Piştî wan nerazîbûnan, parlamenterê HDPê, Temelli ev wêne û nivîsa ku li ser Twittera xwe weşandibû, reş kir û daxwaza lêborinê jî xwast.
Di meydayên civakî yên wek Facebook û Twitterê de, li hmeber wî parlamenterê HDPê nerazîbûna gel hêj berdewam dike.
Rudaw
