• Wednesday, 18 February 2026
logo

Saziya HRWê rexne li YPGê girt

Saziya HRWê rexne li YPGê girt
Saziya Çavdêriya Mafên Mirov (HRW) rexne li Yekîneyên Parastina Gel (YPG) girt, ji ber ku hêj zarokan tevlî refên xwe dike û wan dibe çeperên şer.

Saziya navdewletî ya HRWê duh di daxuyaniyekê de rexneyên tund li YPGê girtin .

HRWê di daxuyaniya xwe de ragihand, YPGê baskê leşkerî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) sala borî soz dabû wan ku di navbera mehekê de hemû zarokên li xwar temenê 18 salî ji refên xwe derxîne û êdî zarokan tevlî refên xwe neke.

HRWê da xuyakirin, piştî ku sala çûyî YPGê soz da wan ku zarokan wernegre, di hemna salê de YPGê 150 şervanên zarok ji refên xwe derxist.

Di daxuyaniyê de herwiha hatiye gotin, mixabin ligel wê çendê ku YPGê soza dabû ku êdî ti şervanên zarok qebûl neke û tevlî refên xwe neke, lê soza xwe cîbicî nekir û di wan mehên borî de 60 zarokên din tevlî refên xwe kirine ku temenê wan di navbera 10 heta 15 salî de ye.

Rudaw
Top