• Wednesday, 18 February 2026
logo

Amerîka: Em ditirsin F 16 ên Iraqê bikevin dest DAIŞê

Amerîka: Em ditirsin F 16 ên Iraqê bikevin dest DAIŞê
Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, rast e Amerîka balafirên şer ên F-16 dane Iraqê lê ji wê yekê jî ditirse ku ew balafir bikevin destê DAIŞê.

Balafirên şer ên F 16, balafirên herî pêşketî yên şer in. lezatiya wan heta 2 hezar û 200 km di saetekê de jî diçe. Balafira F-16 dikare di heyama kêmtirî 10 xulekan ji Bexdayê bigihîje Hewlêrê.

Pêr duşemiyê hikûmeta Iraqê ragihand ku 4 balafirên F 16 ji Amerîka gihîştin Iraqê. Şandina wan balafiran wisa nîşan dide ku hinek tişt hatine guhertin ku Amerîka razî bûye pêwendiyên xwe yên leşkerî bi Iraqê wiqasî bihêz bike lê Amerîka ji aliyekî ve jî dilgiran e.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka John Kirby li ser vê yekê ji Rûdawê re got: “Bêguman em li hember rewşa ewlehiyê li Iraqê digiran û bi fikar in, ne tenê ji bo wan balafiran lê ji bo hemû çek û amûrên şer dilgiran in ku ji aliyê DAIŞê ve bên şikandin an jî bikevin destê çekdarên wê rêxistinê.”

John Kirby her wiha diyar kir ku balafirên F 16 hinekî ji amûrên din cuda ne lewma tirsa wan ji ketina destê DAIŞê kêmtir e çimkî hêza asmanî ya DAIŞê tine û şiyana wê ya bikaranîna balafirên şer jî tine.

Li gor wî rayedarê Wezareta Derve ya Amerîka, rewşa ewlehiyê li Iraqê wan dixe nav tirs û fikaran.

Beriya niha kurdan dilgiranî û fikarên xwe li ser kirrîna balafirên şer ji aliyê hikûmetaê Iraqê ve nîşan dabûn û gotibûn, em ditirsin Iraq wan balafiran li djiî me bikar bîne.

Rudaw
Top