Wezareta Pêşmerge wê şervanê YPG yê birîndar bişîne derveyî welat
0
Basnews views
15.07.2015 10:26
BasNews –
Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê biryar daye ku şervanê YPG yê bi navê Heval Baban ku li navçeya Şengalê bi giranî birîndar bibû, ji bo çareseriya pijîşkî bişîne deveyî welat.
Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê biryar daye ku şervanê YPG yê bi navê Heval Baban ku li navçeya Şengalê bi giranî birîndar bibû û lingek wî jê bibû, ji bo çareseriya pijîşkî bişîne deveyî welat.
Endamê Lîjneya Pêşmerge ya Parlemantoya Herêma Kurdistanê Qadir Regeyî bo BasNews got: ”Me pêwendî bi Wezîrê Pêşmerge re danî û pêşniyar kir ku çareseriya pijîşkî vê şervanê YPG’ê bişînin derveyî welat. Her wiha me daxwazkir ku mûçeya heyvane jî jê re bê terxan kirin. Wezareta Pêşmerge jî ev biryara me pejirand.”
Şervanê YPG’ê Haval Baban xelkê bajarokê Qeladizê ye û di roja 30’ê Çileya 2015’ê de li navçeya Şengalê di encama pevçûnekê li dijî DAIŞ’ê de bi giranî birîndar bibû.
Basnews
