• Wednesday, 18 February 2026
logo

Çekdarên DAIŞê 9 jin gulebaran kirin

Çekdarên DAIŞê 9 jin gulebaran kirin
Çekdarên rêxistina terorîstî ya DAIŞê 9 jin li bajarê Mûsilê gulebaran kirin. Herwiha 120 parçeyên şûnwarên dîrokî jî ber bi Reqayê ve birin.


Berpirsê liqa 14 a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Mûsilê, Seîd Memozînî ji PNA re ragihand: Rêxistina terorîstî ya DAIŞê li qezaya Beac a ser bi parêzgeha Mûsilê, 9 jin gulebaran kirin, çimkî amade nebûn li gor gotina wan terorîstan cîhada nîkahê ligel wan bikin.

Seîd Memozînî herwiha got: Her îro çekdarên DAIŞê 124 şûnwarên dîrokî yên bajarê Mûsilê dizîn û ber bi bajarê Reqayê li Sûriyeyê ve birin.

Memozînî herwiha tekez kir, îro çekdarên DAIŞê 17 nêçîrvanên masiyan jî li ser çemê Dîcleyê girtin, ji ber ku ew 17 kes amade nebûne pişka çekdarên DAIŞê ji masiyên girtî bidin.

Top