• Wednesday, 18 February 2026
logo

3 hezar û 500 xortên Başûrî navê xwe ji bo pêşmergetiyê nivîsandin

3 hezar û 500 xortên Başûrî navê xwe ji bo pêşmergetiyê nivîsandin
Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê eşkere kir ku 3 hezar û 500 kesî navê xwe ji bo pêşmergetiya xwebexş nivîsandine.

Wezareta Pêşmerge beriya niha ragihandibû ku plana wan heye 2 tabûr pêşmergeyên xwebexş (4400 Pêşmerge) ava bikin ji ber wê jî roja 14ê Hezîrana îsal li bajarên Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Kerkûkê navendên tomarkirina navên pêşmergeyên xwebexş vekiribû.

Heyama tomarkirina navan mehek bû û îro xilas bû.

Alîkarê Wezîrê Pêşmerge, Enwerê Hacî Osman ji Rûdawê re got, 3 hezar û 500 kesî navê xwe tomar kirine û da zanîn, ew pêşmergeyên xwebexş dê yekser ji aliyê amerîkiyan ve bên perwerdekirin û ji şer re bên amadekirin.

Li ser îhtimala dirêjkirina heyama tomarkirina navan jî Enwerê Hacî Osman got, heta niha tiştekî wisa nehatiye gotin û bi fermî biryareke wiha nehatiye dayîn.

Wergirtina pêşmergeyên xwebexş di demekî de ku di van demên dawiyê de “bi hezaran” xort û gencên Başûrê Kurdistanê çûne Ewropayê û ev yek heta niha jî didome.

Yek ji wan kesên ku navê xwe ji bo pêşmergetiyê nivîsandiye, Mihemed Farûq ji Rûdawê re got, ez dixwazim xwîna xwe pêşkêşî Kurdistanê bikim ne berê xwe bidim Ewropayê. Yên ku diçin Ewropayê karekî xelet dikin.

Wezareta Pêşmerge destpêkê biryar dabû 3 tabûran (6600 Pêşmerge) ava bike lê paşê biryar da du tabûr bên avakirin.

Endamê Lêjneya Pêşmere ya Parlamentoya Kurdistanê, Bapîr Kamela ji Rûdawê re got, ew du tabûr hinekî barê Pêşmerge sivik dike lê nabe hêzeke xurt a şer. Ez bang li Wezareta Pêşmerge dikim zû wan tabûran amade bike û dest bi avakirina tabûra sêyemîn jî bike.

Rudaw
Top