• Wednesday, 18 February 2026
logo

Demîrtaş banga çek danînê li PKKê kir

Demîrtaş banga çek danînê li PKKê kir
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş dibêje, tekez divê PKK li hemberî Tirkiyeyê çekan dane.


Selahattin Dermîrtaş beşdarî bernameya televîzyona Haberturk bû û rojeva Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nirxand.

Demîrtaş anî ziman. ji bo ku PKK êdî nebe metirsî, divê gotûbêj were kirin û wiha got: “Heger her tişt mabe hêviya banga me; ez dê sibê rabim û heta êvarî bang bikim. Ev ne karen banga ye. Ez ji wê derê bang li PKKê dikim; tekez divê PKK li hemberî Tirkiyeyê çekan dane. Lê belê banga min ne çareserî ye. Heger Ocalan bang li PKK bike, ew dê çekan dane. Ocalan jî behsa mercên wê kiribû.”

Hevserokê HDPê wiha domand: “Derdê kurdan ne parçekirin e, dixwazin neheqî bidawî werin. Em nabêjin em dê dewletekê ava bikin. Em dibêjin em bihev re bijin lê bila azadî hebe.”

Derbarê Rojavayê Kurdistanê de jî Demîrtaş wiha got:

“Şûna leşker herin wê derê, bila siyasetmedar biçin. Bi PYDê ewlehiya sînoran hêsantir e. Lê divê PYD jî vê yekê bibîne ku bê Tikiye nabe. Bila çareseriya pirsgirêkên PYDê û Tirkiyeyê ji bo Sûriyeya nû bibe alîkar.”

Rudaw
Top