• Wednesday, 18 February 2026
logo

Arinç: Rojên xeter li pêşiya PKKê ne

Arinç: Rojên xeter li pêşiya PKKê ne
Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Bulent Arinç dibêje nabe ti kes bi leşkerên Tirkiyeyê bilîze û rojên xeter li pêşiya PKKê ne.


Bulent Arinç beriya ku bo fitarê here Trabzonê, pirsên rojnamevanan ên derbarê rojeva Tirkiye û Bakurû Kurdistanê de bersivand.

Arinç derheqê pêvajoya çareseriyê û şewatindina makineyên kar ên li Agirî de wiha got: “Nabe ti kes bi leşkerên Tirkiyeyê bilîze. Êdî rojên xeter li pêşiya rêxistina teror ne. An PKK dê çekan dane û dê pêvajo bidome, an jî ligel rêxistina terorê ti pêvajo neyê meşandin.”

Arinç wiha domand: “Pêvajoya çareseriyê didome. Bûyerên tundî û çalakiyên terorî kêm bûn. Lê rayêdarên PKKê yên li Qendîlê û bi taybetî yên dixwazin alozî derbikevin, dibêjin nabe rêxistin li Tirkiyeyê û ji derveyê Tirkiyeyê çekan dane.”

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê herwiha anî ziman bersiva çalakiyên tundî tê dayîn û dê her tim jî were dayîn.

Li Şirnexê livandina leşkerî

Ji aliyê din ve ji navçeya Nisebînê ya Mêrdinê konveyekê leşkerî ber bi bajarê Şirnexê çû.

Herwiha li Şirnexê tevgeriya leşkerên Tirkiyeyê zêde bû.

Dema ku konvoya leşkerî bi navçeya Cizîrê ya Şirnexê re derbas bûn, hêzên polîsan ewlehiya konveyê diparastin.

Rudaw
Top