• Wednesday, 18 February 2026
logo

Hevpeymaniya Niştimanî: Rêkeftina navbera Hewlêr û Bexda nehatiye hilweşandin

Hevpeymaniya Niştimanî: Rêkeftina navbera Hewlêr û Bexda nehatiye hilweşandin
Endamekî komîta petrolê di perlementoua Îraqê de ragihandibû ku rêkeftina navbera her du aliyan hilweşiyaye.

Endamekî Hevpeymaniya Niştimanî ya Şîaa ragihand, rêkeftina di navbera her du hikûmetên Herêma Kurdistanê û Îraqê de nehatiye hilweşandin û daxwaza gotûbêjê derbarê vê mijarê dike.

Endamê Hevpeymaniya Niştimanî ya Şîaa “Selîm Şewqî” ji dezgehên ragihandinê re ragihand ku, hîna rêkeftina navbera Hewlêr û Bexda dawî pê nehatiye û hilweşandina wê ne di berjewendiyên ti aliyî de ye, ji ber Hikûmeta Îraqê pêwîstiya wê bi petrola Kurdistanê heye û Kurdistan jî heger serbixwe petrolê bifroşe wê rastî gelek pirsên yasayî were û tekez kir: “Rêkeftin nehatiye hilweşandin û hîna berdewame, lê belê hinek pirsgirêk hene ku pêwîste her du alî li ser maseya gotûbêjan wan pirsan çareser bikin.”

Herwiha Îro 14 Temûzê endamê komîta petrol û enirjiyê di perlementoya Îraqê de “Elî Fêsel” ragihandibû ku komîta wan bi hêviye ku piştî cejna Remezanê ji wezîrê pertola Îraqê “Adil Ebdulmihdî” daxwaz bike ku sedememên hilweşandina rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexda de ji wan re bide diyar kirin.

Basnews
Top