Malbata nijadperest Hulya Avşar red kir
Li Tirkiyeyê derbarê jiyana nijadperestê tirk Mustafa Pehlivanoglu de ku di serdema derbeya leşkerî ya 1980an de hatibû îdamkirin, fîlmek bi navê “Nameya Xatirxwaziyê – Havîna Enqereyê (Veda Mektubu – Ankara Yazı)” dê were kişandin.
Biryar bû lîstikvana kurd a navdar Hulya Avşar di rola dayîka Mustafa Pehlivanoglu de bilîze, lê malbata Pehlivanoglu li dijî wê yekê derket û ragihandin ew naxwazin Hulya Avşar wê fîlmê de rolê bigire.
Birayê Mustafa Pehlivanoglu yê bi navê Oktay Firtina, ji bo kişandinê du şert dan çêkerê fîlmê. Şertê yekemîn ê malbatê ew e ku Avşar di fîlmê de rolê negire û şertê duyem jî strana Ahmet Kaya ku ew jî kurd e, ya bi navê “Şafak Turkusu (Strana Şeveqê)” bi kar ne hîne ye.
Rudaw
