Hevpeymaniya Niştimanî: Rêkeftina navbera Hewlêr û Bexda nehatiye hilweşandin
Endamekî pîlotbîroya Yekgirtû Isalmiya Kurdistanê (Yekgirtû) ragihand ku pilana dabeşkirina Kurdistanê pilanek dijminê Kuridstanê ye û miletê Kurdistanê herêmekî din li Başûrê Kurdistanê qebûl nake.
Berî niha serokê encûmena parêzgeha Silêmaniyê Heval Ebû Bekir di bernameyekê de di yek ji dezgehên navxweyî yên Başûrê Kurdistanê de gotibû: “Nehêlin ku em Silêmaniyê bikin herêmekî serbixwe.” Vê daxuyaniyê gelek bandor li dûxwe hiştibû.
Endamê pîlotbîroya Yekgirtû Ferhad Mela Salih ji BasNews re ragihand: “Pirsa dabeşkirina Kurdistanê berî niha bi çend salan pilana dijminê kurdan bû ku bi çend şêweyekî dixwestin Kurdistanê dabeşbikin û dûvre bi sedema şerê navxweyî li Kurdistanê 2 rêveberî hebûn lê hemî hewldanên ragihandina herêmekî din serbixwe li Başûrê Kurdistanê ji aliyê cemawerê Kurdistanê nedihat qebûlkirin.”
Derbarê destûrê Kurdistanê navborî got:“Bi ti şêweyî destûra Kurdistanê rê nade ku ti bajarên Kurdistanê bên cudakirin, her 5 aliyên siyasî li ser vê yekê rêkeftine, di destûrê Kurdistanê de rê bo la merkeziyetê hatiye dan.”
Derbarê nêzîkbûna aliyên siyasî Ferhad Mela Salih got: “Em bi hêvîne ku piştî cejnê aliyên siyasî bighên rêkeftinekê ku pirsên navxweyî yên Kurdistanê pê bêne çareserkirin.”
Endamê pîlobîroya Yekgirtû “Ebû Bekir Elî” li ser malpera xwe di tora civakî (Facbook) de nivisandiye “Bikaranîna fişara dabeşkirina Herêma Kurdistanê bo pêkanîna hin berjewndiyên siyasî ji aliyê kêve be karekî şaşe û ne niştimaniye, ji ber pirsek wek vê divê hêla sor be û divê rê pê neyê dan ku kes vê mijarê wek fişar behsbike.”
Herwiha nivîsiye: “dev jê bigerin, heger em nikaribin wek miletî yekgrtû bihevre bijîn bera xelk daxwaza serbixweyiya xwecihî zêdetir bikin.”
Basnews
