• Wednesday, 18 February 2026
logo

Îran hêzê dişîne sînorê Kurdistanê

Îran hêzê dişîne sînorê Kurdistanê
Şandina hêz û çekên giran ji aliyê spaya pasdarên Îranê ve ji bo deverên sînorî yên di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de berdewam dikin.

Li gora zanyariyên Rûdawê ji deverên Urmiye û Şinoyê wergirtin, şandina çekên giran ji bo sînorên Rojhilatê Kurdistanê berdewam dike û spaya pasdaran, hinek helîkopter jî şandine deverên sînorî.

Herwiha hat zanîn li ser rêya di navbera Urmiye û Şinoyê de gelek xalên pişkinînê hatine danîn û li navçeyên sînorî jî, tedbîrên ewlekariyê xurttir bûne.

Ew pêla şandina hêzan ji bo sînor ji aliyê spaya pasdaran ve, piştî bicîbûna pêşmergeyên her dû aliyên Demokrat ên Rojhilatê Kurdistanê li ser sînor tê.

Rudaw
Top