• Wednesday, 18 February 2026
logo

5 hezar Pêşmerge bi çekên giran derbasî Rojavayê Kurdistanê dibin

5 hezar Pêşmerge bi çekên giran derbasî Rojavayê Kurdistanê dibin
Hat zanîn ku pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê, dê “di demek nêzîk” de derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin.

Li Başûrê Kurdistanê nêzîkî 5 hezar pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê hene ku piraniya wan niha di şerê DAIŞê de li kêleka pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê şer dikin.

Herî dawî Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxwaz kir ku pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê ji Başûr derbasî Rojava bibin û li wir li kêleka YPGê şerê DAIŞê bikin.

Li gorî agahiyên Rûdawê, piştî vê yekê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li devera Sihêla ya Başûrê Kurdistanê bi fermandeyên Pêşmerge re li ser vê mijarê civiyabû, her wiha şandeke amerîkî jî li wê deverê bi Barzanî re hevdîtin pêk anîbû û rewşa pêşmergeyên Rojava ji nêzîk ve şopandibû.

Fermandeyekî hêzên Pêşmerge yên Rojava li ser vê yekê ji Rûdawê re got, rast e em xwe amade dikin derbasî Rojava bibin û pêşmergeyên Başûr jî niha mijûlî wê yekê ne valahiya me tijî bikin.

Wî fermandeyî ku nexwest navê wî were eşkerekirin, behsa serdana şanda amerîkî û hevdîtina wê şandê bi Barzanî re kir û got, şanda amerîkî hatibû ji bo ku şiyana me ya leşkerî bipîve. Wisa xuya bû ku razî bûne ji hêz û şiyana me.

Li gorî agahiyên wî fermandeyê Pêşmerge, ji wan re hatiye gotin ku xwe amade bikin hûnê di demek nêzîk de derbasî Rojava bibin. Lewma ew niha li bendê ne çek û cebilxaneya wan amade bibe û amerîkî destûrê bidin, dê bikevin rê.

Di nav hêza Rojava de pêşmergeyên Başûrî û Bakurî hene. Nêzîkî 40 piledarên wê hêzê, Başûrî ne.

Yek ji fermandeyên hêza Rojava bi navê Dilovan Rûbarî jî li ser vê yekê ji Rûdawê re axivî û got, heta niha gellek caran amerîkiyan li eniyên şer serdana me kirine. Herî dawî hatibûn bibîn ka em dikarin şer bikin yan na.

Dilovan Rûbarî diyar kir ku ew sê sal in li Başûr pêşmergetiyê dike, her çiqas li ba wî ferqa Başûr û Rojava nîne lê ew êdî dixwaze li zêda xwe jî şer bike û şeref û namûsa welatê xwe biparêze.

Wî fermandeyê Pêşmerge ragihand ku ew dê bi yekcarî herin Rojava û dê li wir bicîh bibin û da zanîn ku dê bi çek û cebilxaneyek mezin derbasî Rojava bibin.

Sererkanê Pêşmerge Cemal Êminkî jî li ser çûyîna Pêşmerge bo Rojava ji Rûdawê re got, Pêşmerge amade ne û li bendê ne partiyên siyasî li ser vê yekê li hev bikin.

Êminkî li ser wextê derbasbûnê agahî neda lê got, her gava partiyên siyasî li hev kirin wê çaxê Pêşmerge jî dê derbas bibin.

Pêşmergeyên Rojava heta niha di şerê DAIŞê de li Başûr zêdetirî 20 şehîd dane.

Rudaw
Top