Dezgehek mafên mirov komkujiya Kobanê bi “Cînosayd” dide nasîn
Dezgeha “Birayetî” di raportekê de ku kopiyek jê gihaye destê BasNews “Komkujiya roja 25.06.2015 li Kobanê cînosyd e li gorî madeya 3 ya hevbeş di her çar rêkeftinên Cinêvê de.”
Herwiha dezgehê di rapora xwe de bi kêmanî navê 239 kesî ku 33 jê zarokin û 79 jin ku hatibûn kuştin tomarkiriye bi dêkomênt, ji bilî 289 kesên birîndar ku ji wan 78 zarokin û 81 jinin.
Raportê ew komkujî wek komkujiyên ku milîsên Sirbiya, ku xwe bi cilên leşkerên Neteweyên Yekbûyî (UN) berdabûn nav miletê Bosna û komkujiya “Sirîrnîtsa” di derheqê wan de pêkançbûn û di encam de bêhtir ji 8 hezar Bosnî bûn qurbanî.
Raporta dezgeha navborî ji 19 rûpelan pêk tê û sûde ji bêhtir ji 120 dêkomêntî û 12 şahid hal jî ji Kobanê kiriye, ji bilî lîsteya navên qurbaniyên wê komkujiyê.
Basnews
