• Wednesday, 18 February 2026
logo

Dezgehek mafên mirov komkujiya Kobanê bi “Cînosayd” dide nasîn

Dezgehek mafên mirov komkujiya Kobanê bi “Cînosayd” dide nasîn
Îro 14 Temûzê dezgeha “Birayetî” ya mafên mirov raportek belavkiriye û têde amaje bi komkujiya Kobanê kiriye û ew wek Cînosayd daye nasîn.

Dezgeha “Birayetî” di raportekê de ku kopiyek jê gihaye destê BasNews “Komkujiya roja 25.06.2015 li Kobanê cînosyd e li gorî madeya 3 ya hevbeş di her çar rêkeftinên Cinêvê de.”

Herwiha dezgehê di rapora xwe de bi kêmanî navê 239 kesî ku 33 jê zarokin û 79 jin ku hatibûn kuştin tomarkiriye bi dêkomênt, ji bilî 289 kesên birîndar ku ji wan 78 zarokin û 81 jinin.

Raportê ew komkujî wek komkujiyên ku milîsên Sirbiya, ku xwe bi cilên leşkerên Neteweyên Yekbûyî (UN) berdabûn nav miletê Bosna û komkujiya “Sirîrnîtsa” di derheqê wan de pêkançbûn û di encam de bêhtir ji 8 hezar Bosnî bûn qurbanî.

Raporta dezgeha navborî ji 19 rûpelan pêk tê û sûde ji bêhtir ji 120 dêkomêntî û 12 şahid hal jî ji Kobanê kiriye, ji bilî lîsteya navên qurbaniyên wê komkujiyê.

Basnews
Top