“Rêkeftina Amerîka û Tirkiyê dê Sûriyê parçe bike”
Çend roj berê Amerîka û Tirkiyê li hev kiribûn ku Amerîka di şerê DAIŞê de navenda leşkerî ya Încîlikê ya Tirkiyê bikar bîne, li hember de Amerîka nehêle YPG derbasî devera Cerablusê ya Sûriyê bibe.
Rayedarekî kurd ê Yekitiya Demokratên Sûriyê li ser vê yekê ji Rûdawê re got, ev rêkeftin li gorî berjewendiyên Amerîka û Tirkiyê ye û bi zerera gelên Sûriyê ye…
Endamekî Hevpeymaniya Dijbereya Sûriyê jî dibêje, ew rêkeftin di demên pêş de dê bikeve xizmeta gelên Sûriyê…
Rudaw
