Firaksiyona PDKê ew çekên ku Sekreterê parlementoyê daxwaza wan kiriye red dike
Firaksiyona PDKê derbarê daxwaza Sekreterê parlementoyê de daxuyaniyek weşand.
Îro Firaksyona partiya demokrata Kurdistanê ya li parlementoyê yaku bi firaksyona zerd tê nasîn daxuyaniyek derbarê daxwaza Sekreterê parlementoya Kurdistanê derbarê çek û demançeyan de weşand.
Firaksiyona PDKê eşkere dike di demekî de ku gelê Kurd rastî şerekî sepandî hatiye û hêzên pêşmerge di sengerên berxwedan û bergirê dene lazime ew çek û cebelxaneyên han ji bo hêzên pêşmerge werin dabînkirin ne ji bo zirêvanên parlementoyê.
Firaksyona PDKê herwiha eşkere kir ku pêştir ti civînek derbarê vê babetê de di navbera Serokatiya parlemen û firaksiyonan de nehatiye sazkirin û bêgoman ev daxwaza Sekreterê parlementoyê jî bêyî agehdariya Serokê parlementoyê nehatiye pêşkêşkirin.
Weke tê zanîn Sekreterê parlementoyê daxwaz ji wezareta pêşmerge kiriye daku hijmareke zêde çek û cebelxane bo zirêvanên parlementoyê dabîn bike.
