Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Amerîka li Iraqa Federal kir
Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emniya Iraq û Sûriye û her wiha rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstên Da'îş li Enbar, Selahedîn û Nînowa xistin ber behs û guftûgoyan û çawayiya bilindkirina hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên hevpeymanan û hêzên Iraqiyan hate nirxandin.
Her wiha behskirina di derbarê peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal û rêkeftinên di navbera Hewlêr û Bexda mijareke dinê vê hevdîtinê bû.
