Barzanî hêzeke taybet li Şingalê ava dike
Fermandarê Hêza Şingalê ji Rûdawê re ragihand: “Ew hêzên ku heta niha li Şingalê şer û berevanî dikirin, ji aliyê Serok Barzanî ve biryarek bo wan hatiye derxistin ku bibin hêzeke rêxistî û heta niha 10 batilyon û 26 tabûr ji wê hêzê hatine pêkanîn. Navê wê jî Hêza Şingalê ye.”
Şeşo ligel bi desan kurdên êzîdî piştî hatine DAIŞê bo Şingalê li ser Çiyayê Şingalê di mezargeha Şerfedîn de man û ew cihên pîroz ên êzîdiyan parastin.
Şeşo behsa pêkhateya hêza xwe kir û wiha got: “Hêza me ya nû hemû pêkhateyan li xwe digire, ji misilman û êzîdiyan, herwiha erebên serîf jî cihên xwe tê de digirin.”
Derbarê hêza Heyder Şeşo ya ku bi alîkariya Hikûmeta Iraqê ve hatibû avakirin, Qasim Şeşo ragihand: “Ew hêz niha jî lê rêza hêzên li Şingalê berevaniyê dikin.”
Şeşo wiha domand: “Xaka Şingalê, xaka xelkê Şingalê ye. Her hêz û aliyek rêz li desthilata Kurdistanê û PDKê negire, em nahêlin tenê yek deqeyê li navçeyê bimîne.”
Niha jibilî Hêzên Pêşmerge û hêza Qasim Şeşo û hêza Heyder Şeşo, çend hêzên din ku ser bi PKKê ve ne mîna YPG, YPJ û YBŞ û çend hêzên din li Şingalê ne û PDKê ji wan re dibêje ji Şingalê derkevin.
Hêza Şingalê niha hejmara wê 5 hezar Pêşmerge ye û biryar e ku hejmarek din tevlî wan bibin û ew hejmar zêde bibe û wek hêzeke fermî ser bi Wezareta Pêşmerge ve bên naskirin.
Derbarê Hêza Berxwedaniya Şingalê (HBŞ) ku di bin serperiştiya Heyder Şeşo de bû, cîgirê berpirsê wê hêzê Daûd Cindî ji Rûdawê re ragihand: “Piştî girtina Heyder Şeşo û çûna wî bo Ewropayê, pêwendiya me bi Bexdayê re nema.”
Daûd Cindî wiha got: “Ji meha Şibatê ve, me ti mûçe ne ji Bexdayê û ne jî ji Wezareta Pêşmerge ve wernegirtiye, tevî ku hêza me ji 2700 pêk tê.”
Cindî, ku endamê Encumena Parêzgeha Mûsilê ye ji Fraksiyona YNKê dibêje mercê wan hene ku ew têkevin ser Hêza Şingalê û ragihand: “Em amade ne di bin desthilata wê fermandehiyê de bin, lê bi mercekê ku navê hêza me (HBŞ) neyê guhertin, ji ber ku bi dehan kes di bin vî navî de şehîd bûne.”
Rudaw
