• Wednesday, 18 February 2026
logo

45 kesên ku diçûn nav DAIŞ’ê hatine binçavkirin

45 kesên ku diçûn nav DAIŞ’ê hatine binçavkirin
Li bajarê Dîloka Bakûrê Kurdistanê 45 kesên ku ji welatên cûda ji bo çûna nav DAIŞ'ê hatibûn otogarê, ji aliyê polîsên Tirkiyê ve hatine binçavkirin.

Li bajarê Dîloka Bakûrê Kurdistanê 45 kesên ku ji welatên cûda ji bo çûna nav DAIŞ’ê hatibûn otogarê, ji aliyê polîsên Tirkiyê ve hatine binçavkirin.

Doh polîsên Tirkiyê operasyonek li dijî wan kesên ku amadekariya çûna nav DAIŞ’ê dikirin encam da. Di operasyonên 3 rojan de bi giştî 45 kesên ku ji welatên cûda xwe gehandibûne otogara Dîlokê (Entab) ji aliyê polîsên Lîjneya Tekoşîna li Dijê Terorê ve hatine binçavkirin.

Di operasyona doh de jî 25 kesên din hatine binçavkirin. Ew kesên ku hatine girtin li Mûdûriyeta Polîsan gotin ku ew diçin ”hicretê ê cîhadê”.

Di nava van kesan de jin û zarok jî hene. Lêkolîna derbarê rûdanê de berdewam dike.

Basnews
Top