Opozisyona Sûriyê li dijî derbasbûna pêşmerge biryar da
Serokê Hikûmeta Demkî ya Opozisyona Sûriyeyê Ehmed Tuhmê herwiha ragihand: “Ew ne li dijî derbasbûna Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê ne, lê belê ew naxwazin ew pêşmerge derbasî Girê Spî bibin.”
Tuhmê got:”Perwerdikirina pêşmergeyan li Başûrê Kurdistanê ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê gaveke baş e.”
Serokê Hikûmeta Demkî ya Opozisyona Sûriyê Ehmed Tuhmê wiha axifî:
“Eger derbasbûna pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê ji bo parastina deverên kurdan û li derveyî Girê Spî be û dixwazin deverên xwe ji DAIŞê biparêzin, em ne li dijî wê yekê ne, lê eger ew hêz were bikaranîn ji bo ku biçe Girê Spî û Silok û ji wir jî biçe aliyê Rojhilat ku Tirkiyeyê ji hindir Sûriyeyê were qutkirin, kî dê wê vê yekê qebûl bike? bawer nekin ku welatiyekî Sûrî vê yekê qebûl bike û ne jî kurd qebûl dikin.”
Ehmed Tuhmê herwiha behsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û pêwendiya wê partiyê bi hikûmeta Sûriyeyê re kir û tekez kir: “Gelek tirsa me ji PYDê heye, ji ber ew sîxurên rêjîmê ne û gelek caran me ji wan re got em dixwazin bi hev re dewlekete sivîl a demokrat û fireh alî ava bikin.Me got, em sûrî ne û dixwazin li ser vê yekê hevkar bin lê çima ew wisa dikin?”
Tuhmê di berdewamiya axafitinên xwe de ji Rûdawê re ragihand: “Dema kurdên me û alîgirên ENKSê li Başûrê Kurdistanê bi pêşmergeyan re tên perwerdekirin, ji bo ku werin û deverên xwe ji DAIŞê biparêzin, çima em dê li dij derkevin?”
Tuhmê herwiha daxuyakirin, ku DAIŞ rêxistineke tundrew û nemirovane ye û wek rêjîmê di kuştina xelkê Sûriyeyê de tawanbar e.
rudaw
