• Wednesday, 18 February 2026
logo

HDP li ser “nemana agirbestê” bi awayekî awarte dicive

HDP li ser “nemana agirbestê” bi awayekî awarte dicive
Hat zanîn ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê li ser daxuyaniya KCKê ya “nemana agirbestê” civînek awarte çêbike. Rewşenbîr û aqilmend jî dibêjin, PKK şer nake tenê hişyariyê dide dewletê.

Rêveberiya KCKê çend roj berê li ser agirbesta ku ji sala 2013ê ve bi awayekî yekalî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hatiye ragihandin, daxuyaniyek dabû û gotibû, Tirkiye agirbestê binpê dike lewma ew jî êdî bêdeng namînin û dê bersiv bidin.

PKKê her wiha ragihandibû, çêkirina bendav û qereqolan li Bakurê Kurdistanê tê wateya binpêkirina agirbestê ji ber wê jî ew êdî nahêlin ne bendav ne jî qereqol bên çêkirin.

Ji îsal biharê ve, li hinek deverên Bakurê Kurdistanê hêzên PKKê çend caran kamyon û amûrên şîrketên ku bendav û qereqolan çêdikin, şewitandine.

Li gorî nûçeya rojnameya Cumhuriyetê, HDP dê îro li ser daxuyaniya PKKê bicive û helwesta xwe eşkere bike.

Endamê Şanda Aqilmendan, Celaledîn Can li ser daxuyaniya PKKê gotiye, PKK dîsa şer dest pê nake lê bi vê yekê dixwaze ji dewletê re bêje “pêvajoya çareseriyê sekinî lê tiştekî wisa neke ku bibe sedema derketina şer. Eger tu li ser vê yekê rijd bî ezê jî bersiv bidim”.

Parlamenterê AKPê Orhan Mîroglu jî diyar kir ku agirbest nikare derdê pêvajoya çareseriyê derman bike û got, Qendîla ku agirbestê dişkêne dê sibê jî daxwaza baykotkirina hilbijartinan bike.

Rudaw
Top