• Wednesday, 18 February 2026
logo

Tevgera Gorranê li ser Barzanî razî ye lê mercên wê hene

Tevgera Gorranê li ser Barzanî razî ye lê mercên wê hene
Serokê Giştî yê Bizava Gorranê, Newşîrwan Mistefa ragihandiye, ew razî ye Barzanî li ser kursiya serokatiya Herêma Kurdistanê bimîne lê ji bo vê yekê mercên wî hene.

Hevdîtin û hewlên çareserkirina kirîz serokatiya Herêma Kurdistanê û heyama serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî didomin.

Li gorî agahiyan , Serokê Giştî yê Bizava Gorranê Newşîrwan Mistefa piştî hevdîtina bi PDKê re gotiye, Gorran razî ye Barzanî heta du salên din jî li ser kursiya serokatiyê bimîne lê bi du mercan.

Li ser naveroka wan mercan, rayedarekî Gorranê ku kesekî nêzîkî Newşîrwan Mistefa ye jî, got, divê PDK bi du tiştan razî bibe; qanûna serokatiyê were sererastkirin û desthilata serok were kêmkirin ya din jî PDK razî bibe ku Serok ji aliyê parlamentoyê ve were hilbijartin û ev jî di Destûrê de were ziman.

Wî rayedarê Gorranê ku nexwest navê wî were eşkerekirin, diyar kir ku eger PDK wan mercên Gorranê qebûl bike wê çaxê arîşe dê bi hêsanî çareser bibin.

Çend roj berê PDKê di çarçoveya razîkirina partî û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ji bo vemana Barzanî li ser kursiya serokatiyê, bi rayedarên Tevgera Gorranê re hevdîtin pêk anîbû.

Heyama serokatiya Barzanî 20ê Tebaxa îsal xilas dibe.

Rudaw
Top