‘Kesên dibêjin Pêşmerge bê serûber e, bixwe bê serûber in
Fermandarê Hêzên 70 yê Pêşmerge Cafer Şêx Mistefa got ew qebûl nakin ku ti kes an jî alî, sivikatî bi Hêzên Pêşmerge bikin û got: ”Ew kesên dibêjin Pêşmerge bê serûber e, bixwe bê serûber in.”
Fermandarê Hêzên 70 yê Pêşmerge Cafer Şêx Mistefa, nîgeraniya xwe li hember gotegotên li ser Hêzên Pêşmerge tên kirin anî ziman. Şêx Mistefa bo BasNews axivî û got: ”Hindek çavdêrên siyasî bi çavek kêm qîmet li rola Hêzên Pêşmerge dinerin. Pêşmerge aramî û ewlehiya herêma Kurdistanê û hemwelatiyan pêktîne. Lê hindek ji bo Pêşmergeyên li enîya şer dibêjin bê serûber in. Ew bixwe bê serûber in.”
Fermandarê Pêşmerge diyar kir ku heger Pêşmerge bê serûber baya ne dikarî di şer de zagonên navdewletî liber çav bigre û her wiha ne dikarî li hember dujminek wek DAIŞ’ê ceng bike û ser bikeve.
Cafer Şêx Mistefa got: ”Pêşmerge heta dilopa xwîna xwe ya dawî xaka Kurdistanê diparêzin. Li hember dujminek hov û terorîstî bi hemû şiyanên xwe şer dikin. Eve bê wijdaniye ku hindek bi vê şêweyî sivikatî bi Pêşmerge bikin. Em vê yekê ti caran qebûl nakin.”
Basnews
