• Wednesday, 18 February 2026
logo

YPGê amadekarî kir: Kantona Reqayê di rê de ye!

YPGê amadekarî kir: Kantona Reqayê di rê de ye!
TEV-DEMê ragihand ku YPGê dê derbasî Reqayê bibe ji ber ku meydana xebata wê ne tenê li Rojavayê Kurdistanê ye.

Endama komîteya cîbicîkar a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Îlham Ehmed di hevpeyvînekê de ligel Rojnameya Ronahî ya ser bi PYDê ve ragihand ku YPGê dê ligel çend ketîbeyên Artêşa Azad şerê DAIŞê li Reqayê bikin da ku wî bajarî kontrol bikin û got ku ji mafê YPGê ye ku li ser tevahiya axa Sûriyê şer bike.

Îlham Ehmed anî ziman, ji ber ku YPGê ne tenê ji bo parastina kurdan e, mafê şervanên wê ye ku li Şamê û Helebê jî şer bikin û got eger pêwîstî hebe; YPG dê li Şamê jî şerê tundrewan bike.

Endama komîteya cîbicîkar a TEV-DEMê destnîşan kir ku avakirina dewleteke kurdî ne di stratejiya wan de ye û got ku krîza Sûriyê tenê bi rêya avakirina kantonan çareser dibe.

Şervanên YPGê berê dest bi operasyona kontrolkirina Girê Spî û Bozanî (Eyn Îsa) jî kiribûn. Di roja 15ê Hezîranê de hêzên YPGê piştî şerekî dijwar karîn herêma Girê Spî û derdora wê bi temamî ji destê çekdarên DAIŞê derxînin û wê herêmê kontrol bikin.

Piştî kontrolkirina Girê Spî, Rêveberiya Xweser a Kantona Kobanî ragihandibû, ku Girê Spî dê bi Kobanî ve bê girêdan da ku ew bikarin karûbarên xelkê birêve bibin.

Piştre şervanên YPGê û hêzên Burkan El Firatê berê xwe dabûn bajarokê Bozanî (Eyn Îsa) ku tenê 50 km ji bakurê bajarê Reqayê ya paytextê DAIŞê dûr e û piştî şerekî dijwar wî bajarokî jî ji dest çekdarên DAIŞê derxînin û bi temamî kontroll bikin.

Piştî paqijkirina wan herêman ji çekdarên DAIŞê, rayedarên YPGê ragihandibûn, ew dê amadekariyên xwe bo şerê li dijî DAIŞê berdewam bikin, lê gotibûn, wan hêj ti plan bo girtina bajarê Reqayê nîne.

Berdevkê YPGê Redûr Xelîl pêştir ragihandibû, ew dê herêmên ku kontrol kirine biparêzin, lê wan hêj plan bo kontrolkirina Reqayê nîne.

Ligel wê çendê jî YPGê amadekariyên xwe berdewam kirin û xwe ji bo operasyona kontrolkirina Reqayê amade kiriye û li gor daxuyaniya TEV-Demê dema operasyona kontrolkirina Reqayê hatiye û dê YPGê ne tenê li Reqayê, lê belê dê li Heleb û Şamê jî şerê DAIŞê û komên tundrew bike.

Rudaw
Top