• Wednesday, 18 February 2026
logo

PKK : Agirbesta navbera Me û Tirkiyê de hilweşiya

PKK : Agirbesta navbera Me û Tirkiyê de hilweşiya
PKK: Me çend caran hişyarî daye ddewleta Tirkiyê ji bo çalakiyên xwe yên leşkerî li deverên Kurdî rawestîne lê Tirkiyê berdewame.

Partiya Karkirên Kurdistanê (PKK) Îro 12 Temûzê ragihand ku agirbesta di navbera wan û hikûmeta Tirkiyê de ji sala 2012 ve dawî pêhat .

Koma civakên Kurdistanê (KCK) di daxuyaniyekê de ku kopiyek jê giha dest BasNews ragihand: “Dewleta Tirkiyê mercên agirbestê têkşikandin e û dibêje dewlet dewleta wê ye û ew dizane bê çawa divê karbike.” Û têde hatiye “Em van kiryaran qebûlnakin û piştgukirina pirsa Kurdî ji dewletê Qebûl nakin.”

Daxuyanê amaje bi wê yekê jî kiriye: “Tirkiyê avakirina navendên leşkerî û bendavan berdewam kiriye, tevgera Kurdî berdewam hişyarî daye dewleta Tirikiyê ji bo van kiryarên xwe rawestîne û miletê kurd gelek qurbanî dane bo vê mebestê.”

Ji aliyekî din ve daxuyaniyê gef li dewleta Tirkiyê xwarine û têde hatiye: “Em dê bendavan bikin armanc heger avabûna wan neyê rawestandin û divê her kesê ku di wan bendavan de kar dike xwe ji wan deveran dûrbike.” Û amje bi “Dewletê dest bi helmetên girtinina çalakvanên Kurd kiriye û ev destpêka cengê ye li dijî miletê Kurd û em dê bê deng nemînin beramberî vê kiryarê.”

Di sala 2013 de PKK û hikûmeta Tirkiyê agirbest ragihandibûn, lê operasyonên cengî berî ragihandina agirbestê bi salekê rawestiya bûn.

basnews
Top